Di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Ji Bo Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a 25ê Mijdarê de, li standên ku li Bağlar Dörtyol û Kolana Sakarya hatine danîn, broşûrên agahdariyê yên li dijî tundiyê hatin belavkirin.
Gerinendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Ji Bo Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a 25ê Mijdarê de bi hevdîtinên bi jinan re, hevgirtin û têkoşîna hevbeş xurt dike.
Di vê çarçoveyê de, li Bağlar Dörtyol û Kolana Sakarya stand hatin vekirin û bi jinan re civîn hatin lidarxistin. Broşûrên ku xebatên Navenda Piştgiriya Jinan a Kardelenê ya li dijî tundiyê vedibêjin, û her weha broşûrên ku agahdariya li ser mekanîzmay û saziyên ku jinên ku tundiyê dîtine dikarin piştgiriyê lê bigerin, dihewînin, hatin belavkirin.