Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê û Hevgirtinê de, hevdîtinên me yên ku bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan hatin lidarxistin, dest pê kirin.
Bi dirûşma “Bi têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê niha dem dema jinê ye”, em li Navenda Jiyanê ya Jinan a Mala Xincikê di kargeha yoga, henase û şifabûna bedenê de bi jinan re hatin cem hev. Meclîsa me ya Jinan jî tevlî kargehê bû.
Di kargehê de ku ji aliyê rahênerê yogayê Fatima Sofia Yagmur ve hat dayîn, me seansa hevsengkirina bêhn û bedenê û hişmendiya bedenê li dar xist.
Jinan bi xebatên bêhn û tevgerê ji bo beden û xwe dem veqetandin û di heman demê de hêza Hevgirtinê bi hev re parve kirin.