Navenda me ya Tenduristiyê ku girêdayî Gerînendetiya Karên Tenduristiyê ye, di çarçoveya 25ê Mijdarê de Roja Têkoşîna Navneteweyî û Hevgirtinê ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê, li Gundê Hawarê Xasê xebateke tenduristiyê pêk anî.
🎗️Semînereke agahdarkirinê ya li ser penceşêra pêsîrê ji aliyê xebatkarên me yên Navenda Tenduristiyê ve hat lidarxistin. Her wiha pîvandina tansiyon û şekirê xwînê ya jinan hat kirin û Sehîkirina tenduristiyê pêk anîn.
🪥Ji bo zarokan jî pîvandina dirêjahî û giraniyê hat kirin. Ji bo zarokên ku pêşketina paşvemayî li wan hate tespîtkirin, piştgiriya vîtamînê hat dayîn. Firçeya diran û macûna diran bi zarokan re hatin parvekirin.
Em ji bo her kes bi hêsanî bigihîjin xizmetên tenduristiyê, xebatên xwe didomînin.