Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya me, di çarçoveya 25ê Mijdarê de Roja Têkoşîna Navneteweyî û Hevgirtinê ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê, li Gundê Ingîciyê civîneke jinan li dar xist.
Bi dirûşma “Li hemberî tundiyê bi têkoşîna rêxistinkirî niha dem dema jinê ye”, ji bilî jinên ku li gundê Ingîciyê dijîn, endamên Meclîsa me, rêveberên navçeya Rezanê ên Partiya DEM'ê û DBPê, nûnerên saziyên jinan, gerînendeya beşa me û hevalên me yên xebatê yên jin beşdarî civînê bûn.
Di civînê de li ser tundiya li dijî jinê, cureyên tundiyê û mekanîzmayên ku mirov dikare serî li wan bide xebateke kargehê hate kirin. Jinan ezmûnên xwe parve kirin û nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo mezinkirina têkoşîn û hevgirtina hevpar a li dijî tundiyê anîn ziman.