
Bi boneya 3ê Kanûnê, Roja Navneteweyî ya Astengdaran, li Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger perwerdehiya hişyarkirinê hat dayîn.
Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bağlarê û Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ji bo Roja Navneteweyî ya Astengdaran, 3ê Kanûnê, bernameyek ji bo hişyarkirinê li dar xistin. Şêst û pênc jin beşdarî perwerdeyê bûn, ku li Pirtûkxaneya Giştî ya Ferzad Kemanger ji bo jinên ku beşdarî qursan dibin û malbatên zarokên ku beşdarî perwerdeyê dibin hate lidarxistin.
Di perwerdeyê de, wate û girîngiya 3ê Kanûnê Roja Navneteweyî ya Astengdaran hate şîrovekirin, û hate tekez kirin ku her beşek ji civakê berpirsiyariyên xwe hene ku piştrast bikin ku welatiyên astengdar dikarin bigihîjin hemî mafên xwe.