TR | KU
A- A+

Di 3 Salan de 70 Xwendakarên Me Beşa Konservatuvarê Qezenc Kirin 

08 تشرینی یەکەم 2026

Bernameya amadekariya konservatuvarê ku di bin banê Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan de li Navenda Jiyanê ya Jinan a Xincikê tê meşandin, di sê salan de serkeftinên girîng bi dest xistin. Sê salan de bi giştî 70  xwendakar mafê berdewamkirina perwerdeya xwe ya qada hunerî ya di zanîngehan de bi dest xistin.
 
Bernameya amadekariya konservatuvarê ku di bin banê Gerînendetiya me ya Polîtîkayên Jinan de li Navenda Jiyanê ya Jinan a Xincikê tê meşandin, di sê salan de serkeftinên girîng bi dest xistin. ​Di bernameyê de ku bi keda mezin a perwerdekar û xwendakaran berdewam dike, hemû xwendakarên tevlî kursê bûn bi serkeftî li beşên konservatuvarê yên zanîngehan hatin bicihkirin.

​Di sala 2024an de 32
Di sala 2025an de 23
Di sala 2026an de jî 15 xwendakar li beşên konservatuvarê hatin bicihkirin. Bi vê yekê re di sê salan de bi giştî 70  xwendakar mafê berdewamkirina perwerdeya xwe ya qada hunerî ya di zanîngehan de bi dest xistin.

​Bicihbûna hemû xwendakarên me ya li zanîngehê, bû nîşaneyeke berçav a piştgiriya ku navend ji bo xebatên hunerî û perwerdeya ciwanan pêşkêş dike.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button