Fûara 8emîn a Gurme û Çêjên Herêmî ya Mezopotamyayê ku di bin pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Fûarkariya Mezopotamyayê de tê lidarxistin, deriyê xwe ji mêvanan re vekir.
Li Fûar û Navenda Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê, me wekî Navenda Jinan a Kardelenê ya ku girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan e, standa xwe vekir. Berhemên ku bi ked û xebata jinan hatine amadekirin, di standa me de cih girtin.
Hevşaredara me Leyla Ayaz tevlî vekirina fûarê bû û serdana standa me kir.
Fûara 8emîn a Gurme û Çêjên Herêmî ya Mezopotamyayê ku 172 fîrmayên ji 62 bajaran tevlî bûn, wê heta 22ê Mijdarê pêşwazîkirina mêvanên xwe bidomîne.