TR | KU
A- A+

Parka Ahmed Arîf Gav Bi Gav Tê Temamkirin

09 تشرینی یەکەم 2026

​Gerînendetiya me ya Park û Baxçeyan, li Bûlwara Aram Tîgran di qada Parka Ahmed Arîf de ya ku 4 hezar û 400 metreçargoşe mezinahiya wê heye xebatên sererastkirina jîngehê berdewam dike.

​Gerînendetiya me ya Park û Baxçeyan, li Bûlwara Aram Tîgran di qada Parka Ahmed Arîf de ya ku 4 hezar û 400 metreçargoşe mezinahiya wê heye xebatên sererastkirina jîngehê berdewam dike. Ji bo ku park bêkêmasî be, di her warî de xebat bi kedeke mezin tê meşandin. Tîmên me, di qadê de dar çandin, xeta avdana fîskiyeyê ya ku dê avdana qadên peyzajê pêk anîn û xebatên girêdanê temam kirin.

​Riya meşê ya ku çar aliyên parkê dorpêç dike jî hat temamkirin û riyeke meşê ya rehat û bi konfor hat amadekirin.

​ Di çarçoveya xebatan de ji bo çandina çîman amadekarî hatin destpêkirin. Bi çandina çîman re hedef ew e ku xurtkirina tevna hêşîniha qada parkê û avakirina qadeke peyzajê ya birêkûpêk, estetîk, fonksiyonel û domdar ji bo binesaziya çandina daran û avdanê jî pêk were.

​ Cîgira me ya Hevşaredaran Jiyan Aslan ku xebatên li parkê ji nêz ve bişopîne, ligel gerînendeyê yekeyê tevlî xebata li qadê bû û di derbarê xebatên tên kirin de agahiyan wergirt.

​ Ji bilî van xebatên berfireh, bi armanca peydakirina hewcedariya parka maşîneyan, dê çêkirina qada otoparkê jî ji aliyê yekeya têkildar ve were kirin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button