Gerînendetiya me ya Xizmetên Tenduristiyê, bi polîtîkaya şaredarîtiya civakparêz li gundan xebata xwe ya tenduristiyê didomîne. Li goma Alçîmenê ya girêdayî Darbiyê ji bo jin û zarokan lênêrîna tenduristiyê hate kirin.
Gerînendetiya me ya Xizmetên Tenduristiyê, bi polîtîkaya şaredarîtiya civakparêz li gundan xebata xwe ya tenduristiyê didomîne. Li goma Alçîmenê ya girêdayî Darbiyê ji bo jin û zarokan lênêrîna tenduristiyê hate kirin. Hevşaredara me Leyla Ayaz û endamên me yên Meclisê jî beşdarî xebatê bûn û bi jin û zarokan re hatin ba hev.
Di çarçoveya xebatê de, rewşa tenduristiya giştî ya jin û zarokan hate nirxandin û agahî û mudaxeleyên pêwîst hatin kirin.
Di dema lênêrînê de nirxên hîpertansiyon û diyabetê hatin pîvandin. Her wiha, di derbarê penceşêra pêsîrê de ku ji bo tenduristiya jinan pir girîng e perwerdehiya bi Kurdî hate lidarxistin. Ji jinên ducanî re jî teqwiyeyên vîtamînanku pêdiviya wan pê hebû hatin dabînkirin.
Ji bo zarokên bi temenên 0-16 salî pîvanên kîlo û qamê hatin girtin û li gorî nirxên persentîlê paşvemahina mezinbûn û gihanê hate şopandin. Teqwiyeyên vîtamînan ji zarokên ku paşvemahina wan a mezinbûn û gihanê hatiye tespîtkirin re hatin dayîn. Tevî vê yekê, zarokên ku di wan de anemî (bêxwînî) hatiye tespîtkirin ji bo hûrnêrînên pêştir çûndina wan a navenda tenduristiyê hat xwestin.
🪥Her wiha li ser tenduristiya dev û diranan agahî hat dahin û me diyariyên têkildarî lênêrîna diranan parve kirin.