
Ayşe Şan, denga nemir a muzîka Kurdî, piştî 29 salan, li gorî daxwaza wê, vegeriya welatê xwe û li Goristana Yenîkoyê ya Dîyarbekirê hate veşartin. Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik jî beşdarî merasîmê bûn.
Gora hunermend û dengbêja Kurd Ayşe Şan piştî 29 salan ji Îzmîrê anîn Dîyarbekirê. Cenazeyê Şanê li Balafirgeha Dîyarbekirê hate pêşwazîkirin û anîn goristana li Goristana Yenîkoyê. Cenazeyê Ayşe Şanê ku daxwaza veşartina li welatê xwe kiribû, ji aliyê jinan ve hate hilgirtin. Malbata wê, Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên şaredariyan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend û gelek kesên din beşdarî merasîma pêşwazîkirin û bîranînê bûn.
Piştî bicihanîna erkên olî, denga nemir a muzîka Kurdî Eyşe Şan bi qilam û gul û kulîlkan hate rêkirin.