Tîmên Gerînendetiya Karûbarên Fenê yên Şaredariya Rezanê, li Taxa Bagcîlarê piştî xebatên xetên elektrîkê ku ji aliyê DEDAŞê ve hatibûn kirin, xebatên çêkirinê yên li ser rê û peyarêyan berdewam dikin. Tîmên me, li Cadeya Heskêfê li Kolana 1207, 1213, 1214, 1219an peyarêyên nû çekir.
Tîmên Gerînendetiya Karûbarên Fenê yên Şaredariya Rezanê, li Taxa Bagcîlarê piştî xebatên xetên elektrîkê ku ji aliyê DEDAŞê ve hatibûn kirin, xebatên çêkirinê yên li ser rê û peyarêyan berdewam dikin.
Bi mebesta ku welatî mexdûr nebin û çûnûhatina wan bi awayekî ewle be, li cade û kolanên ku hatine kolandin di çarçoveya planê de xebatên berfireh tên meşandin.
Tîmên me, li Cadeya Heskêfê li Kolana 1207, 1213, 1214, 1219an peyarêyên nû çekir.
Şêniyên taxê diyar kirin ku piştî di demek kurt de xebatên hatine kirin jiyana wan a rojane hêsan dike, kêfxweşiya xwe ya ji bo çêkirina rê û peyarêyan anîn ziman.
Xebatên çêkirina rê û peyarêyan ên tîmên me yên Gerînendetiya Karûbarên Fenê dê li cihên cuda yên Taxa Bagcîlarê berdewam bikin.