Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê, li Taxa Bagcîlarê li cade û kolanên ku ji aliyê DEDAŞê ve ji bo xetên elektrîkê hatibûn kolandin, li pêşiya dibistanan û li pêşiya siteyan ji bo ku çûnûhatin asteng nebe xebatên xwe berdewam dike.
Gerînendetiya me ya Karûbarên Fenê, li Taxa Bagcîlarê li cade û kolanên ku ji aliyê DEDAŞê ve ji bo xetên elektrîkê hatibûn kolandin, li pêşiya dibistanan û li pêşiya siteyan ji bo ku çûnûhatin asteng nebe xebatên xwe berdewam dike. Tîmên me hem peyarêyên ku hatine kolandin çêdikin hem jî ji bo veguhastin hêsan be, xebata peyarêyên ji nû ve dimeşînin.
Di vê çarçoveyê de li kolanên 1233 û 1244an, li pêşiya Dibistana Navîn a Îpekyoluyê û li derdora Fema Yapiyê xebat hatin kirin.
Bi van xebatan hedef ew e ku peyarê amade bin, hemû welatî bikaribin bi rehetî bi kar bînin û ewlehiya veguhastinê pêk were.
Ji bo ewlehiya çûnûhatinan xebatên me dê berdewam bikin.