TR | KU
A- A+

Xebata derî bi derî li Bagcilarê: Civîna Budçeya Beşdar dest pê kir

11 تەمووز 2025

Yekem Civînên Budçeya Beşdarbûnê îro li taxa Bağcılarê tê lidarxistin. Tîm ji bo civînê derî bi derî digerin.

Şaredariya Bağlarê Civînên Budçeya Beşdar dest pê dike. Civîna yekem dê li Bağcılarê, yek ji du taxên ku wekî herêmeke pîlot ji bo Modela Budçeya Beşdar a Bağlarê hatine hilbijartin, pêk were. Di civînê de dê pêvajoya budçeya beşdar, naveroka civînên pêşerojê û ka welatî çawa dikarin beşdar bibin, were nîqaşkirin. Pêşniyar û daxwazên niştecihan jî dê werin bihîstin.

Tîmên Budçeya Beşdar a Şaredariya Bağlarê bi rojan e ku li taxan derî bi derî digerin, welatiyan agahdar dikin û wan vedixwînin civînan. Eleqe û piştgiriya niştecihên taxê berbiçav e.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button