Li Taxa Bagcîlarê li Kolana Azadiyê (li kêleka Eywana Dawetê ya Parîsê), bi esnafan re me bi rihê hevgirtinê dest bi xebata raxistina kevirên parkeyê yên li ser rê û peyarêyan kir.
Weke Şaredariya Rezanê, em daxwaz û pêdiviyên gel bi feraseta hilberîna kolektîf û keda hevpar dixin meriyetê.
Li Taxa Bagcîlarê li Kolana Azadiyê (li kêleka Eywana Dawetê ya Parîsê), bi esnafan re me bi rihê hevgirtinê dest bi xebata raxistina kevirên parkeyê yên li ser rê û peyarêyan kir. Xebata ku bi daxwaza esnafên li kolanê dest pê kir, bi feraseta hilberîna komînal tê birêvebirin.
Di çarçoveya vê xebatê de şaredariya me alavên teknîkî, kevirên parkeyê û piştevaniya kelûpelên lojîstîkî peyda kir, esnafan jî aliyê we yê kedê girt ser milê xwe û tevkariyê kir. Bi vî rengî, xebat dê di demeke gelekî kurt de were temamkirin.