
Li Taxa Bağcılarê, ku di çarçoveya hewildanên Budçeya Beşdar a Şaredariya Bağlarê de wekî herêmeke pîlot hatiye destnîşankirin, sindoqên dengdanê hatin danîn. Niştecîh dikarin hem li ser sindoqan û hem jî bi awayekî dîjîtal dengên xwe bidin.
Piştî xebata Şaredariya Bağlarê ya ji bo pêkanîna Modela Bağlarê ya Budçeya Beşdar, pêvajoya biryardanê dest pê kir. Piştî sê civînên giştî yên ku li Taxa Bağcılarê, ku wekî herêma pîlot hatî destnîşankirin, hatin lidarxistin, pêvajoya dengdanê ji bo projeyên ku hatine danûstandin dest pê kir.
Welatiyên li taxa Bağcılar dijîn, hem li sindoqên dengdanê yên li taxê hatine danîn û hem jî bi awayekî dîjîtal deng didin û li ser pêşeroja taxê biryar didin. Welatî dikarin bi şopandina kodên QR yên li seranserê taxê an jî li navendên dengdanê deng bidin.
Xalên sindoqên dengdanê wiha ne:
Parka Newrozê
Parka Golê
Baxçeyê Neteweyî
Navenda Ciwanan a Rezanê
Cihên Bazarê
Ofîsa Serokê Taxê
Li ber Qereqola Termînala Otobusan, Kent Mall