TR | KU
A- A+

Kampanyaya têkoşîna li dijî tiryakbûnê hate destpêkirin

07 تەمووز 2026

Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik piştgirî dan wê kampanyaya ku li bajêr ji bo têkoşîna li dijî tiryakê hatiye destpêkirin. Hevşaredar beşdarî ragihandina kampanyaya "Rabin"  bûn ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin.

Platforma "Şiyar Be" ya Têkoşîna li dijî Tiryakê kampanyaya "Rabin" da destpêkirin. Derbarê kampanyayê de li Parka Koşuyolu daxuyaniyek hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, ligel cîgirên hevşaredaran, endamên meclîsê, hevşaredarên din ên şaredariyê, endamên meclîsê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniya ku ji hêla hevberdevkên platformê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku tiryakbûn polîtîkayeke bi zanebûn e û hat destnîşankirin ku hemû cureyên tiryakê jiyana civakî hedef digirin. Bang li ciwanan, jinan û hemû beşên civakê hat kirin ku li dijî polîtîkayên ku tiryakê xurt dikin têkoşîneke kolektîf bidin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button