TR | KU
A- A+

 Civîna Çapemeniyê ya Derbarê  Têkoşîna Hevpar û Koordîneyî ya Li Dijî Tiryakê

18 حوزەیران 2026

​Tora koordînasyonê ya ku di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya me ya Rezanê û şaredariyên navçeyan ên li dijî tiryakîbûna madeyan de hatî avakirin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevşaredara me Leyla Ayaz, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin û yên navçeyan, endamên me yên meclîsê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî vê civînê û xebatên li seranserê bajêr û plansaziyên serdema nû bûn.

​Di daxuyaniyê de, biryara vekirina navendên şêwirmendiyê ya ku bi biryarên meclîsê hatî girtin hat ragihandin. Hat bibîrxistin ku têkoşîna li dijî tiryakê berpirsyariya hemû beşên civakê ye û biryardariya berfirehkirina vê têkoşînê destnîşankirin ku divê ev hişmendî li seranserê bajêr were belavkirin.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button