
Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Baglarê li taxa Selahattin Eyyubi du pirtûkxaneyan vedike: yek bi navê nivîskara jin a Kurd Sîma Semend, û ya din jî li taxa Yenîkoyê: yek bi navê wêjevan û nivîskarê Kurd Erebê Şemo. Merasîmên vekirinê dê sibê bi beşdariya Şaredariya Baglarê û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin pêk werin.
Şaredariya Bağlarê, ku li ser bingeha siyaseta xwe ya rêveberiya herêmî ya civakî û bingehîn, di hemû proje û çalakiyên xwe de bi gel re hevkariyê dike, di vî warî de gaveke din a mezin avêtiye. Pirtûkxaneyên ku ji aliyê gel, bi taybetî ji aliyê ciwanan ve gelek daxwaz lê dihat kirin, niha vekirî ne. Rêveberiya Karûbarên Çandî û Civakî Pirtûkxaneya Sîma Semen a bi navê nivîskara jin a Kurd li taxa Selahattîn Eyyubî û Pirtûkxaneya Erebê Şemo ya bi navê nivîskarê Kurd li taxa Yenîkoyê vedike. Her du pirtûkxane jî dê sibê (12ê Hezîranê) bi fermî werin vekirin. Hevşaredarên Şaredariya Bağlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin jî dê beşdarî merasîma vekirinê bibin.
Şaredariya Bağlarê, bi rêbazeke rêveberiya herêmî ya ku ziman, mîrata çandî û wêjeya Kurdî diparêze û pêş dixe, dê projeyên ku bi gel re li hev kirine û li gorî daxwaz û pêdiviyên gel pêk bîne.