Di çarçoveya kampanyaya “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” ku di bin pêşengiya kordînasyona me ya paqijiyê de tê birêvebirin, me tevî gel li Taxa Mevlana Xalit Kolana Hatboyu xebateke berfireh a paqijiyê pêk anî.
Bi beşdariya Alîkarê Hevşaredarên Suat Ozdemîr û Ugur Alyuz, Endamên me yên Meclisê, reveberê yekîneyên û hevalên me yên xebatê, xebateke berfireh a berhevkirina çopê û paqijiyê kir. Em bi esnaf û dikandaran re hatin cem hev û me banga paqijhiştina bajarê me kir.
Ji bo Rezaneke paqij, bi ewle û bi tendurist, em ê heta 21ê Tebaxê her roj li cihekî din a navçeya xwe bi gelê xwe re û bi feraseta keda kolektîf û hevgirtinê em ê xebatên xwe yên paqijiyê berfireh û berdewam bikin.