
Tîmên Daîreya Xizmetên Paqijiyê ya Şaredariya Bağlarê ji bo bersivdayîna daxwaz û pêdiviyên niştecihan xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Şaredarî ji bo ku jîngeh paqijtir û ji bo jiyanê xweştir bike, bernameyek paqijiyê ya berfireh pêk tîne.
Şaredariya Bağlarê paqijiya jîngehê wekî berpirsiyariyeke ji bo jiyaneke domdar dibîne û bi vê têgihîştinê xebatên xwe didomîne.
Tîmên Daîreya Paqijiyê ji bo dabînkirina pêdiviyên paqijiyê yên navçeyê li kolan, rê û taxan bênavber dixebitin. Di çarçoveya xebatan de, tîman li taxên Şêx Şamîl û Korhatê paqijiyek berfireh pêk anîn.