
Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz bi boneya Roja Dayikan serdana Dayikên Aştiyê kir.
Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz, ligel Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan û endamên meclîsa jin, serdana Dayikên Aştiyê kirin. Ayaz Roja Dayikan pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna tevahiya jiyana Dayikên Aştiyê û girîngiya hewldanên wan ên ji bo aştiyê destnîşan kir.
Dayikên Aştiyê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman.