TR | KU
A- A+

Piştgiriya Ji Bo Cejnê: Em Gihîştin 1367 Hemwelatiyan

23 ئایار 2026

Em bi rêya Firoşgeha Piştgirî û Hevgirtina Sosyalî ya Gunişigi ku Girêdayî Gerînendetiya me ya Karên Sosyalî û Çandî ye têkiliyên civakî xurt dikin û torên hevgirtinê dihonin.

 Firoşgeha me ya ku her sal piştgiriya cil û berg û pêlavan ji bo havîn û zivistanê dabîn dike, di demên taybet ên wekî vekirina dibistanan û betlaneyan de jî digihîje malbatan. Kedkarên firoşgeha me di vê cejnê de jî bi heman awayî gihîştin malbatan. Ji bo 1004 zarokan û 363 malbatan piştgiriya cil û pêlavan pêk hat.

 

Kedkarên Firoşgeha me ya Gunişigiyê tevî malbatên ku beriya cejnê serî li wan dahine di xebatên qadê de jî malbatên ku pêdiviya wan bi piştgiriyê heye destnîşan dikin û ji bo zarok û mezinan piştgiriya cil û pêlavan dabîn dikin.

 

Ev xebata ku şaredariya me, karsaz û esnaf bi hev re dimeşînin, mînakek girîng a ruhê yekîtî û hevkariyê pêk tîne.

Em dê bi polîtîkaya şaredarîtîya civakparêz xurtkirina parvekirin û hevgirtinê berdewam bikin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button