TR | KU
A- A+

Li Bekiya Şenê Xebatên Rê Dest Pê Kirin

28 حوزەیران 2026

Ji aliyê tîmên Yekeya Çêkirina Rê ya Gerînendetiya Karûbarên Fenê ya Şaredariya me ve li Taxa me ya Bekiya Şên xebatên çêkirina rê hatin destpêkirin.

 

​ Bi armanca çûn û hatin, gihîştina welatiyan bi ewletir, rehetir be xebatên bênavber têne meşandin. Di vê  çarçoveyê de binesaziya veguhastinê ya taxa me tê xurtkirin. Bi xebatên li gorî bernameya diyarkirî tên meşandin, armanca me ew e ku riyên baş û saxlem ên ku dê salên dirêj karibin werin bikaranîn û xera nebin, em bixin xizmeta gelê xwe.

Em hewcedariyên taxên xwe di cihê wê de tespît dikin, çareseriyê li qadê peyda dikin û pêk tînin.

Wekî Şaredariya Rezanê, em ê xebatên xwe yên çêkirin, parastin û sererastkirina rê, di serî de li taxên xwe yên çolter-gundewarî û li hemû herêmên ku pêdivî pê heye, bi awayekî plansazkirî bidomînin.

Em ji bo Rezaneke ku mirov karibe tê de xweş bijî, gihîştbar, bi ewletir be, em dixebitin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button