TR | KU
A- A+

Li gundê Geltê kontrolên tenduristiyê hatin kirin

09 حوزەیران 2026

Li Geltê  ji bo jin û zarokan lênêrîna tenduristiyê hate kirin.

Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê, bi polîtîkaya şaredarîtiya civakparêz li gundan xebata xwe ya tenduristiyê didomîne. Li Geltê  ji bo jin û zarokan lênêrîna tenduristiyê hate kirin. Endamên me yên Meclisê jî beşdarî xebatê bûn û bi jin û zarokan re hatin ba hev.

Di çarçoveya xebatê de, rewşa tenduristiya giştî ya jin û zarokan hate nirxandin û agahî û mudaxeleyên pêwîst hatin kirin.

Di dema lênêrînê de nirxên hîpertansiyon û diyabetê hatin pîvandin. Her wiha, di derbarê penceşêra pêsîrê de ku ji bo tenduristiya jinan pir girîng e perwerdehiya bi Kurdî hate lidarxistin. Ji jinên ducanî re jî teqwiyeyên vîtamînanku pêdiviya wan pê hebû hatin dabînkirin.

Ji bo zarokên bi temenên 0-16 salî pîvanên kîlo û qamê hatin girtin û li gorî nirxên persentîlê paşvemahina mezinbûn û gihanê hate şopandin. Teqwiyeyên vîtamînan ji zarokên ku paşvemahina wan a mezinbûn û gihanê hatiye tespîtkirin re hatin dayîn. Tevî vê yekê, zarokên ku di wan de anemî (bêxwînî) hatiye tespîtkirin ji bo hûrnêrînên pêştir çûndina wan a navenda tenduristiyê hat xwestin. 

 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button