
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik ji bo ku xebatên paqijiyê bi bandortir û bikêrtir werin meşandin, civînek berfireh li dar xistin.
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik ji bo çareserkirina pêwîstiya bi xebatên paqijiyê yên bibandortir û bikêrtir, bi lez bersivdayîna daxwazên gel û afirandina Baglarek paqijtir û jiyanîtir, civînek berfireh li dar xistin. Ayaz û Çelik bi rêveber û serperiştkarên paqijiyê, digel Cîgirê Hevşaredar Uğur Alyüz û endamên meclîsê re civiyan. Di civînê de nirxandinên berfireh ên xebatên paqijiyê hatin kirin.