TR | KU
A- A+

Şaredariyên Partiya DEM'ê Destpêka Çalakiyên 25ê Mijdarê Dan

12 تشرینی دووەم 2026

​Şaredariyên Partiya DEM'ê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê daxuyaniyek li Parka Anitê dan û destpêka çalakî û pêngavan dan destpêkirin.

​Şaredariyên Partiya DEM'ê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Hemberî Jinê daxuyaniyek li Parka Anitê dan û destpêka çalakî û pêngavan dan destpêkirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bi hêz û vîna xwe ya azad re niha dem dema jinê ye” hat vekirin û Hevşaredara me Leyla Ayaz, Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan, endamên meclîsê, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan tevlî daxuyaniyê bûn.

​Di daxuyaniyê de bal hat kişandine ser wê yekê ku jin dê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya li dijî hişmendiya zordest û serdest a mêr mezin bikin û hat gotin ku “Em ê li taxan, kolanan, gundan bi jinan re werin cem hev û li dijî hemû cureyên tundiyê gotina xwe ya hevpar bêjin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê qadên ku jin tê de dikarin biryarên derbarê jiyana xwe de bi azadî bistînin, têkiliyên xwe yên piştevaniyê xurt bikin û bi vîna xwe ya rêxistinkirî jiyana civakî veguherînin, vê yekê jî em ê bi hev re zêde û mezin bikin.”
 

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button