TR | KU
A- A+

Civîna jinan a bi coş li Develi

21 ئاب 2025

Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz li civînekê li taxa Develi bi jinan re civiya.

Şaredariya Bağlar û Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê li Taxa Develi civînek jinan li dar xistin. Hevşaredara Bağlar Leyla Ayaz û Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak beşdarî civîna zindî û geş bûn. Hevşaredaran bi awayekî ferdî silav li jinên li hewşa xaniyê taxê kom bûn kirin û bi wan re sohbet kirin. Piştre Hevşaredar Ayaz axivî û diyar kir ku ew ji bo nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên jinan kom bûne. Ayaz bal kişand ser kuştina jinan û şîdeta li dijî jinan û girîngiya xurtkirina hevgirtinê bi hemî jinan re û bilindkirina têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê destnîşan kir.

Hevserok Bucak her wiha tekez kir ku pêwîst e li dijî şîdeta li ser jinan bi hev re têkoşîn were kirin.

Piştî axaftinên hevserokan, jinên ku li taxê dijîn fikar, daxwaz û pêşniyarên xwe parve kirin. Wan hem pêdiviyên teknîkî û fîzîkî yên taxê û hem jî daxwazên xwe anîn ziman. Bi taybetî daxwazek xurt ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya taxê hebû.

Piştî civînê, broşûr li jinan hatin belavkirin, ku tê de agahî li ser sazî û mekanîzmayên ku ew dikarin li dijî tundûtûjî û gefên potansiyel serî lê bidin hebûn.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button