Xwendekarên mezin ên ku li Navenda Çanda Arî dersên şanoyê dibînin bi hev re pêşandaneke şanoyê temaşe kirin.
Koma mezinan a ku di Navenda Çandê ya Arî de ya ku girêdayî Gerînendetiya Rêveberiya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Rezanê ye, perwerdeya dramayê digirin, tevî kursvan lîstika bi navê “Xewna Şeveke Havînê” ku ji aliyê şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin, temaşe kir.