
Bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê çalakiyek bi zarokan re hate lidarxistin. Zarok li ser wate û girîngiya rojê hatin agahdarkirin û çalakiyek wênesaziyê hate lidarxistin.
Li Navenda Pirarmancî ya Zarok û Malbatê ya Narînê, ku girêdayî Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bağlarê ye, çalakiyek bi boneya "20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê" hate lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de, zarok li ser mafên xwe hatin agahdarkirin. Piştî perwerdeyê, ku tê de tabela û slaytên mafên zarokan hebûn, zarokan wêne kişandin.