Meşa Rûmetê ya Astengdaran da bii hezaran kes ji bo maf, wekhevî û gihîştinê meşiyan
Şaredariya me bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi dirûşma “Bila di vê rûmetê de şopa te jî hebe” Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar xist. Hevşaredara me Leyla Ayaz, endamên meclîsê, alîkarên hevşaredaran û Midûriyeta me ya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran bi hev re beşdarî meşê bûn. Rêxistinên civakî û siyasetmedarên ji piştgirî dan meşê. Meş ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir û heta Sumerparkê berdewam kir. Li vir forumek hat lidarxistin û beşdaran di kurdiya azad de axaftin kirin.
Di axaftinan de banga gihîştina hêsan a bajaran, gihîştina wekhev a xizmetên giştî, îstihdamê, wekheviya di perwerde û tenduristiyê de hat kirin. Her wiha hat xwestin ku astengdar di pêvajoyên biryardanê de çalaktir cih bigirin û polîtîkayên li ser bingeha mafan bên pêkanîn. Di foruma ku bi Kurdî û Tîrkî hat birêvebirin de, ji bo hemû axaftinan zimanê îşaretê yê ji bo astengdarên bihîstinê jî hat bikaranîn.