
Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz di çarçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de serdana esnafên bazarê kir û etîketên bihayê yên bi navên Kurdî yên berheman belav kir.
Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî serdana bazara taxê ya li taxa Şêx Şamîl kir. Ayaz bi firoşkar û niştecihên herêmî re civiya û girîngiya parastin û pêşxistina zimanê dayikê û veguhestina wê bi awayekî rast ji nifşên pêşerojê re destnîşan kir.
Hevserok Ayaz diyar kir ku ziman nasname û mîrateya çandî ya gel e, û tekez kir ku parastina zimanê zikmakî berpirsiyariya hevpar a her kesî ye. Ayaz bi dikandaran re sohbet kir û bal kişand ser pêwîstiya bikaranîna zimanê zikmakî di jiyana rojane de.
Di dema serdanê de, etîketên bihayê yên ku navên sebze û fêkiyan bi zimanê Kurdî li ser wan hatibûn nivîsandin, li esnafên bazarê hatin belavkirin.
Hevşaredar Leyla Ayaz, endamên meclîsa şaredariyê, Rêveberê Çand û Karûbarên Civakî û karmendên şaredariyê jî beşdarî serdana bazarê bûn.