
Hevşaredarê Bağlarê Siraç Çelîk bi Midûrê Giştî yê Bankeya Îller Recep Turk û Alîkarê Midûrê Giştî re hat cem hev.
Şaredariya Bağlarê ji bo parastin û vegerandina mafên karmendên xwe, yên ku bi xebata salan a dijwar mafên xwe yên teqawidbûnê bi dest xistine, dixebite. Ji bo derbaskirina hemû astengiyên darayî yên li pêşiya şaredariyê, hewldanek mezin dimeşe û li gorî prensîba şefafiyetê, hemû têkilî û hewldan bi awayekî herî vekirî û rast bi karker û raya giştî re têne parvekirin.
Hevserok Siraç Çelik li Enqerê derbarê dabînkirina nameyên garantî û deynan ji bo dayîna prîma teqawidbûnê de civînên asta bilind li dar xist. Çelik ji bo vê armancê bi Rêvebirê Giştî yê İller Bankası Recep Türk û Cîgirê Rêvebirê Giştî İlker Şadi İşleyen re civiya.