TR | KU
A- A+

Hevserokan bi esnaf û welatiyan re civiyan

18 شوبات 2025

Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, ligel Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li Taxa Mevlana Halit guh dan esnaf û welatiyan.

Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, ligel Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevseroka Parêzgehê ya Partiya DEMê Gulşen Ozer, serdana esnafên herêmî kirin. Hevşaredaran serdana esnafên taxa Mevlana Halit û bazara herêmî kirin, guh dan wan û niştecihan. Li daxwaz û pêşniyarên wan ên di derbarê veguhastin, paqijiya jîngehê, bazara taxê û binesaziyê de guhdarî kirin û ji bo çareserkirina van hewcedariyan daîreyên peywendîdar erkdar kirin.

Esnaf û welatiyan jî kêfxweşiya xwe ji serdanên Hevserokan anîn ziman.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button