
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik di çarçoveya lêkolînên Budçeya Beşdar de serdana Baroya Dîyarbekirê, DTSO û İHD kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bağlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik di çarçoveya xebata xwe ya li ser "Modela Budçeya Beşdar a Bağlarê" de serdanên xwe didomînin. Hevşaredaran serdana Baroya Dîyarbekirê kirin, bi Serokê Baroyê Abdülkadir Güleç û desteya wî ya rêveberiyê re civiyan. Her wiha bi Mehmet Kaya, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîyarbekirê (DTSO), û Ercan Yilmaz, Serokê Şaxa Dîyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan û desteya wî ya rêveberiyê re civiyan.
Cîgirên Hevserokan Jiyan Aslan û Reşat Yücel jî beşdarî serdanan bûn.
Di çarçoveya modela ku bi slogana "Bajarê Te, Budceya Te, Biryara Te" tê bicîhanîn de, gel dê bikaribe rasterast beşdarî pêvajoyên biryardanê bibe, ji destnîşankirina pêdiviyan bigire heya karanîna çavkaniyan.