
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik bi muxtaran re civînek li dar xistin, li pirsgirêkên taxan guhdarî kirin û çareseriyan nirxandin.
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik li avahiya xizmetê ya sereke bi nûnerên taxan (muxtar) re civînek li dar xistin. Cîgirên hevşaredar û endamên meclîsê jî beşdarî civînê bûn. Muxtaran li ser pirsgirêk, pêdiviyên sereke, daxwaz û pêşniyarên taxan axivîn. Di civînê de mijarên wekî paqijiya taxan, avahiyên terikandî, bazar û gelek pirsgirêkên din hatin nîqaşkirin, û li ser çareseriyan nîqaş hatin kirin.