
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik piştî baran û tofana dijwar a li bajêr serdana esnaf kirin û li ser pirsgirêk û pêdiviyên wan pirsîn.
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik piştî barana zêde û tofana roja berê, ji bo çareserkirina hewcedarî û daxwazên esnafên herêmî serdana wan kirin. Cîgira Hevşaredar Jiyan Aslan û endamên meclîsê jî beşdarî serdanan bûn, ku li Kolana Hatboyu pêk hatin.
Hevserokan serdana dikandarên li kolanê kirin û li ser pirsgirêkên ku piştî baranê rastî wan dihatin nîqaş kirin. Dikandaran kêfxweşiya xwe ji serdanê anîn ziman û hewcedarî û daxwazên xwe destnîşan kirin. Piştre hevserokan li gorî daxwazan erk dan yekîneyên peywendîdar.