
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, ligel endamên Meclîsê, ji bo pîrozbahî û hevgirtinê serdana Klûba Amedsporê kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik serdana Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal û rêveberiya klûbê kirin. Hevşaredaran li ser girîngiya werzîşê şîrove kirin û ji Amedsporê re serkeftin xwestin.
Burç Baysal Hevserok vexwend maça Amedspor-Ankaragücü ku roja Yekşemê saet 16:00an de tê lîstin.
Di serdanê de peyamên hevgirtinê hatin dayîn.