
GELÊN ME YÊN BI HÊZ
Dema ku em pêşwaziya sala 2025an dikin, daxwaza me ya sereke avakirina cîhanekê ye ku em tê de bi hev re di aştî û biratiyê de bijîn, ku tê de şer, tundûtûjiya li dijî jin û zarokan ji holê werin rakirin. Me bi hev re biryar dane û bi hev re gavên ber bi pêşeroja xwe ve avêtine. Hevgirtina me, baweriya me bi pêşerojê û hêviya me girêdanên me bêtir xurt dikin. Em bi biryar in ku xebata xwe bi nêzîkatiyek şaredariyê ya populîst, civakî, şefaf, beşdar, wekheviya zayendî, ekolojîk û hawîrdorparêz, ku hemû beşên civakê digire nav xwe û mafê jiyanê yê hemû zindiyan diparêze, pêk bînin.
Di sala 2025an de, em ê bi heman têgihîştin û siyasetan tevbigerin, hevgirtina xwe bêtir xurt bikin, hemû biryarên xwe bi hev re bidin, û bi hev re xebat, hilberîn û parvekirinê bidomînin.
Sersala ve mibarek be…