TR | KU
A- A+

Hevserok Ayaz serdana esnaf û welatiyên li Kolana Sunay kir

15 ئاب 2025

Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz li Kolana Sunay a Taxa Kaynartepe serdana esnaf û welatiyan kir.

Hevşaredara Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz serdana esnafên taxa Kaynartepe kir. Ayaz ligel Cîgirê Hevşaredar Suat Ozdemîr û endamên meclîsê serdana hemû esnafên li ser Kolana Sunay kir. Piştî guhdarîkirina daxwaz û pêdiviyên wan, Ayaz erk da yekîneyên pêwendîdar.

Ayaz her wiha esnaf û welatiyan vexwend ku beşdarî Civîna Giştî ya Budçeya Beşdarbûnê bibin ku îro li Taxa Kaynartepe tê lidarxistin û bi hev re biryaran bidin.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button