TR | KU
A- A+

Hevşaredara Ayaz Mazûvaniya Xwendakarên ku Ketine Zanîngehê Kir

15 ئەیلوول 2026

​Xwendakarên ku di seranserê salê de di Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger a Gerînendetiya me ya Çand û Karên Civakî ji bo YKS’yê amadekariya dikirin paşê mafê bicihbûnê ya di zanîngehê de bi dest xistin, hatin serdana Hevşaredara me Leyla Ayaz.

​Xwendakarên ku di seranserê salê de di Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger a Gerînendetiya me ya Çand û Karên Civakî ji bo YKS’yê amadekariya dikirin paşê mafê bicihbûnê ya di zanîngehê de bi dest xistin, hatin serdana Hevşaredara me Leyla Ayaz. Di serdanê de endamên meclîsa me, gerînendeya/ê yekeya me û perwerdekarên me jî beşdar bûn.

​Me piştî azmûnê jî piştgiriya xwe kir û ji 123 xwendakaran re xizmeta şêwirmendiya tercîhan pêşkêş kir. Ji xwendakarên me 52 kes di beşên lîsans û pêşlîsansê yên zanîngehan de hatin bicîhkirin.

​Hevşaredara me ku xwendakarên me pîroz kir, di jiyana zanîngehê de serkeftin ji ciwanan re xwest û diyarî bi wan re parve kirin.

​ Xwendakarên me di gelek beşên cihêreng ên wekî Bijîşkiya Diran, Ziman û Wêjeya Kurdî,  Zanîngeha Dadê, Endezyarî û Têkiliyên Navneteweyî de hatin bicîhkirin û serkeftineke mezin nîşan dan.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button