TR | KU
A- A+

Hevşaredar Çelik Ji Bo Xebatên Hevpar Li Fransayê Têkiliyan Danî

14 ئەیلوول 2026

​Hevşaredarê Rezan û Hevserokê GABB’ê Sîraç Çelîk ji bo xebatên hevpar li Fransayê rêze têkilî pêk anî.

​Hevşaredarê me û Hevserokê GABB’ê Sîraç Çelîk, Endama Encumena GABB’ê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevsberdevka Komisyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya DEM’ê Devrîm Demîr û Berpirsiyara Dîplomasiyê ya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a GABB’ê Rûken Demîrer, ji bo xebatên hevpar li Fransayê rêze têkilî pêk anîn.

​Şande bi Weqfa Danielle Mitterrand re hatin cem hev. Şande her wiha li Şaredariya Parisê bi Endama Meclîsê ya Partiya Sosyalîst Geneviève Garrigos re û bi nûnerên Partiya Sosyalîst û Partiya Kesk Dylan Boutiflat, Gaston Laval, Geneviève Garrigos, Marie-Pierre Marchand, Frédérique Rebeil û David Andic re hatin cem hev.

Hevşaredarê me di çarçoveya têkiliyan de beşdarî bernameya Fête de l’Humanité bû y a ku ji aliyê rojnameya L’Humanité ve hatibû lidarxistin.

Her wiha bi Senator û Rêveberê rojnameya L’Humanité Fabien Gay re hate cem hev.


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button