TR | KU
A- A+

 Hevşaredarê Me Beşdarî Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan Bû

15 تشرینی دووەم 2026

​Hevşaredarê me Sîraç Çelîk, tevlî Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan (HİZ) bû ku li dijî muzakerên COP31ê civîneke avhewayê ya alternatîf e.
 

​Hevşaredarê me Sîraç Çelîk, bi Hevseroka Giştî ya Partiya DEM'ê Tûlay Hatîmogûllari, Komîsyona Ekolojiyê û şandeya Partiya DEM'ê re bi şiyara “Li dijî vîtrîna COP31ê ji bo edaleta avhewayê em jiyana xwe diparêzin” tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû ku ev li Antalyayê hate lidarxistin. Tûlay Hatîmogûllari têkildarî sernavên têkoşîna li dijî krîza avhewayê, wêrankeriya ekolojîk, polîtîkayên enerjiyê û edaleta avhewayê nirxandin kirin û got ku “Em ji COP31ê ne li benda çareseriyê ne. Em çareseriyê di xwe de digerin. Em çareseriyê di kesên ku xwezayê diparêzin de dibînin. Û niha dema mezinkirina têkoşîna ekolojiyê ye”.

​Hevşaredarê me piştî daxuyaniyê tevlî Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan (HİZ) bû ku li dijî muzakerên COP31ê civîneke avhewayê ya alternatîf e.
 


Galeriya Wêneyan

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button