Şaredariya Rezan û Hevserokê GABB Siraç Çelik bi Serokê Şaredariya Grigny ya Fransayê û Hevserokê Komîteya Tevlêbûna Civakî, Demokrasiya Beşdar û Mafên Mirovan a UCLGyê Philippe Rio û bi Koordînatorê Giştî yê Çavdêriya Navneteweyî ya Demokrasiya Tevlîhev Adria Duarte re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de,li ser Belgeya Bajarên Mafên Mirovan a UCLG’yê agahdarî hat dayîn. Rio û Duarte diyar kirin ku ev belgeya 37 xalî dê di rojên pêş de di Lijneya Giştî ya UCLGyê de were dengdan û heke were pejirandin,wek belgeya fermî ya UCLGyê were nasîn.
Çelik li ser xebatên GABB û mijarên wek agahdarî da. Rio jî got ku beşdariya şaredariyên herêmê di koma xebatê de girîng e.Di hevdîtinê de, pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev, şaredariya pirzimanî û tecrubeyên demokrasiya beşdar jî hatin parvekirin.