
Hevşaredarên Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk li gel hevserokên parêzgeha Demê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn li Taxa Alatosun çûn serdana welatiyan.
Hevşaredarên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik serdana taxa Alatosunê kirin û bi şêniyan re civiyan. Her wiha Hevserokên Bajêr ên Partiya DEMê Gulşen Ozer û Abbas Şahin, Cîgirê Hevşaredar Reşat Yücel û endamên meclîsa şaredariyê jî tevlî wan bûn.
Şêniyên Alatosûnê bi germî pêşwaziya hevserokan kirin û nerînên xwe li ser pêdiviyên taxê anîn ziman. Di serdanê de projeyên ji bo herêma Karacadaxê jî hatin nîqaşkirin.
Hevserokan her wiha xebatên çêkirina rêyan ên li taxê berdewam dikin, kontrol kirin.