Hevserokên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, beşdarî Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aborî bûn
Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aborî ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat lidarxistin, tevî Hevserokên me Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli, parlamenter, hevserokên şaredariyên, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn.
Di komxebatê de vîzyona rêveberiyên herêmî ya di polîtîkayên aboriyê de û modelên aborî yên alternatîf bi berfirehî hatin nirxandin. Atolyeya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, dê sibê jî bi rûniştinên cuda berdewam bike.