Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Siraç Çelikê ku di heman demê de Hevserokê GABB’ê ye ligel hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên bajêr, beşdarî 2yemîn Civîna Meclîsa Asayî ya Yekîtiya Şaredariyên GABBê ya Mijdara 2026an bûn, ku li Çand Amed pêk hat.
Di civînê de li ser hevkariya navbera şaredariyan, xebatên rêveberiya herêmî û pirsgirêkên hevpar ên bajaran nîqaş hatin kirin. Xalên rojevê yek bi yek hatin nîqaşkirin, û nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin parvekirin