TR | KU
A- A+

Hevşaredar ji bo Destwerdana Lezgîn li Qadê Ne

30 تشرینی یەکەم 2026

Tîmên me yên Şaredariya Rezanê, ji ber barana zêde ya ku bandorê li bajarê me dike, ji bo rakirina neyêniyan xebatên xwe yên li qadê bênavber didomînin.

 

​ Hevşaredarên me Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk jî bi endamên meclîsê re çûn serdana esnaf û welatiyên ku ji baranê bandor bûne û li cihê wî lêkolîn kirin.

 

​Hevşaredarên ku li karxaneyan lêkolîn kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên esnaf destûr dan yekeyên peywendîdar ku destwerdanên pêwist bi lez werin kirin. Welatiyan jî neyêniyên ku piştî baranê pê re rû bi rû man ji hevşaredaran re ragihandin û daxwazên xwe yên çareseriyê anîn ziman.

 

​ Hevşaredaran ji bo çareserkirina pirsgirêkên hatine ragihandin, bi yekeyên şaredariyê yên peywendîdar û saziyên din ên fermî re ketin nava nîqaş û pêwendiyê û ji bo lezkirina xebatên pêwîst dest bi hewldanan kirin.

 

​Weke Şaredariya Rezanê, ji bo rakirina bandorên neyînî yên barana zêde û ji bo ku welatî mexdûr nebin, em bi hemû yekeyên xwe re 7/24 xebatên xwe didomînin.

facebook sharing button
twitter sharing button
linkedin sharing button
whatsapp sharing button
print sharing button