Hevşaredarên Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, esnafên li Bûlwara Karacadagê û Kolana Gurselê ziyaret kirin.
Bi armanca di cih de guhdarîkirina daxwaz û pêdiviyên esnafan û bi hev re hilberîna çareseriyan serdanên me berdewam dikin. Hevşaredarên Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Amedê Serhat Eren, endamên Meclisê û rêveberiya Navçeya Rezan a Partiya DEM'ê bi hev re esnafên li Bûlwara Karacadagê û Kolana Gurselê ziyaret kirin. Esnafan, kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman û pêdiviyên xwe vegotin. Sererastkirina navrêyan, zêdekirina paqijiyê, sererastkirina rê û peyarêyan û qadên sosyalî di nav daxwazên sereke de cih girtin. Hemwelatiyan daxwaza dawîlêanîna dagirkirina peyarêyan anîn ziman. Hemû daxwaz ji bo bighînin çareseriyê yek bi yek hatin tomarkirin. Hevşaredarên, dema peywirê dan yekeyên têkildar, tekez kirin ku di serî de paqijî hemû xebat bi hev re dê bêhtir encamgirtî û serkeftî bin. Di derbarê dagirkirina peyarêyan de jî diyar kirin ku ji bo misogerkirina mafê derbasbûnê ya peyayan û ewletirbûna wê divê bi hesasiyet bin, di vê xalê de jî xebat bênavber berdewam dikin.