Me mamoste, helbestvan, rojnamevan, sendîkavan û parêzvanê mafên mirovan ê Kurd Ferzad Kemangerê ku di 9ê Gulana 2010an de ji aliyê rejîma Îranê ve ligel Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan hat darvekirin li Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger ku navê wî lê ye bi bîr anî.
Me mamoste, helbestvan, rojnamevan, sendîkavan û parêzvanê mafên mirovan ê Kurd Ferzad Kemangerê ku di 9ê Gulana 2010an de ji aliyê rejîma Îranê ve ligel Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan hat darvekirin li Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger ku navê wî lê ye bi bîr anî. Bi beşdariya endamên me yên meclisê, xwendekar û mamosteyan bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de, jiyana Ferzad Kemanger hat vegotin û nameyên wî hatin xwendin.Danîşana sînevizyonê hat pêşkêşkirin, nameya wî hat xwendin û helbesta ku Şêrko Bêkes ji bo Ferzad Kemanger û hevalên wî nivîsandibû hat xwendin. Vekirina Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger û pêvajoya wê ya heta îro jî bi kurtasî hat parvekirin.