
Tîma Atletîzmê ya Bağlar Belediyesporê di pêşbirkên ku li Bursa û Stenbolê hatin kirin da şampiyoniya Tirkiyeyê bi dest xist. Werzişvan Ece Özkaya û Suleyman Kilinç di pêşbirkên 600 metre û 5 hezar metre de şampiyoniya Tirkiyeyê bi dest xistin.
Tîma Atletîzmê ya Bağlar Belediyesporê beşdarî Şampiyoniya Tirkiyeyê ya SEM û Olîmpiyadê ya Hundir a U14-U16 bû ku di navbera 22-24ê Çile de li Bursayê hat lidarxistin. Di encama pêşbirkan de, werzîşvan Ece Özkaya di 600 metreyî de Şampiyoniya Tirkiyeyê bi dest xist.
Di heman şampiyoniyê de Semanur Parlak di 600 metreyî de li Tirkiyeyê di rêza duyemîn û Melike Ekin jî di 600 metreyî de di rêza şeşemîn de cih girtin.
Di pêşbirka bazdana bilind de cihek bi dest xist
Yek ji werzişvanan Nisanur Ergin di pêşbirka bazdana bilind de li Tirkiyeyê di rêza sêyemîn de cih girt.
Ela Bingöl di bazdana dirêj de li Tirkiyeyê di rêza 8emîn de bû.
Ece Özkaya di encama pêşbirkan de di 800 mêtreyî de li Tirkiyeyê bû sêyemîn.
Di nav werzişvanên mêr de, Enes Kaya di 600 metreyan de di rêza 5emîn, Mehmet Ali Kurt di 600 metreyan de di rêza 6emîn û Mesut Buyruk jî di rêza 7emîn de cih girt.
Şampiyoniya Tirkiyeyê li Stenbolê
Şampiyoniya Ciwanan a Tirkiyeyê ya li Stenbolê jî serkeftinek mezin bi dest xist. Suleyman Kılınç di pêşbirka 5000 metreyî de bû şampiyonê Tirkiyeyê.
Mehmet Aslan di heman şampiyoniyê de bi rêza sêyemîn serkeftinek girîng bi dest xist.